Forum breadcrumbs - You are here:ForûmForûm: HHîvronHîvron - Çendî Bêjim
Ji kerema xwe an jî Bibe Endam da ku tu karibî mijar û bersivan binivîsî.

Hîvron - Çendî Bêjim

Çendî bêjim sir û halan
Ax ji destê çavxezalan
Her dinalim meh û salan
Kes bi halê min nizane

Meh û salan ez dinalim
Şev û roj talim salim
Aşiqê bejna şepal im
Kes bi halê min nizane

Ew mehbûba wek stêran
Tesîra keçika mîran
Te helandî feqîyê teyran
Kes bi halê min nizane