Ji kerema xwe an jî Bibe Endam da ku tu karibî mijar û bersivan binivîsî.

Hozan Aytaç - Wey Dinyayê

Dinya xweş e zalim pirr in,
dost nemaye, xinzîr hene
Derdê însan zêde bûye,
sebeba wî xayintî ye

Wey dinyayê wey dinyayê,
çi dinyakê bêwefa ye
Emir çûye car din nayê,
wey dinyayê wey dinyayê

kanî kalê me, bavê me
dinya kesî re namîne
Qedr û qiymetê bizanibin,
Xweda yek e Quran heq e.