Forum breadcrumbs - You are here:ForûmForûm: ÇAND & FOLKLORLîblî Mircan
Ji kerema xwe an jî Bibe Endam da ku tu karibî mijar û bersivan binivîsî.

Lîblî Mircan

Deşîfrasyona çîrokeke gelêrî ye. Deng ji aliyê Ferec Koyistanî hatiye tomarkirin, min jî ji bo derseke zanîngehê ew deşîfre kiribû...

Lîblî Mircan

Rahme li dê û bavê guhdêra ji xilaf hazir û guhdêra ji xilaf zilamên fitneyên civata, hebû sê çar keçik bi hev re ketin şikeftkê, ji xwe re dilîstin, deng ji yek ji wan hat, ê gi go bi serê birê min, min nekirîye, ê gi go bi serê birê min, min nekirîye, îcar Lîblî Mircan go bi serê golikê min î bej min nekirîye û lê hema wilo gotin te kirîye, gotin, heft birên te hene tu dibê min nekirîye, got heft birê min î çi hene, go belê here ji ciya xwe re bêje, heft birên te hene, li çolê ne li seyd û nêçîrê ne.

Hat go yadê birra birê min hene? Got erê law birên te li çolê ne, li şikeftê ne, li seyd û nêçîrê ne, tu kiarî herî ba wan. Got dayê wele ez ê herim.  Go, rabû karê xwe kir, cayê wê got ner ner, got wele ez ê herim, ez ê herim ba birên xwe.

Çû, birên wan î çûçik jî li malik hazirîya wan dike, nêrî xweha wan hat, gelek kêfa wî hat, go de binêr xwakê êvarî xwe veşêr, birên min bêhemd vehewin ez ê bêjim ka niha xweha me li ba me ba we yê herkê çi jêr bikirîya. Rabû bergi bên, çû xwe veşart qorzikê. Hatin, xwe vekirin, serên xwe şûştin, rûniştin şîvê bixwin, got niha xweha me li ba me ba, we yê herkê çi jêr bikirîya. Yekî got min ê nizam çi jêr bikirîya, ê din got na min ê çi jêr bikirîya, min ê kirasek jêr bikirîya, yekî got min ê pisîkek jê re bikirîya. Law got ez ê banêkim ha, got banêkê. Derket, kêfa wan hat, li hevdu vehewîyan, rûniştin, got minê xwakê ji îro pêve ez ê jî herim seydê, tê tenê li malê bî, lê minê, ez te tembî tembî kim mewîja pisîka me nexwe. Tu mewîjê bixwî, wê ser agirê te mîzke, tê bê agir li vê çolê bimînî û agir tune ye. Go na, na.

Dirin, serê sibê dirin û êvarî tên, ew îcar şîva wan çêdike û li ba wan e. Carkê wilo dora xwe rêş kir, got niha ev çi ye li ber min e û avêt devê xwe çû di kabil şikeftê de, wek rikîngkî hebû çû ser rûnişt, morîkên xwe da ber xwe. Pisîkê jî hat, çû ser agirê wê mîz kir û mircanek wê jê dizî, kir nav êgir wilo xuyayî kir, go bise bê pisîkê agirê min venemirayîye, mircan dibiriqî. Esir bû, nêrî çû go heyla, mircana min kirîye nav êgir. Ne agir û ne tiştek. Wek niha em li Xerêb bin, li Pehnava Hewara, dixanek li wir dirri, dawa xwe kir devê xwe û xir û xir û xir çû go ez ê herim ji xwe re piçek agir bînim. Birên min bên, êvarî bê şîv. Çû nêrî gi heylo pîrek di hundirê şikeftê de ye, zirr distik li êgir e û go mine law tu û van deran, zûka, hût di xew de ye, te bihese wê pûrta serê te biweşîne. Piçika agir dayê, qalibek sabûn dayê, heskek nok dayê û şerbikek av jî dayê. Go minê ku nêzîkayî li te kir, ên dawa xwe de birijîne, ê dirrî mirrî bin, heya pê bilebiki, tê hebkî meseda xwe bistîni û dîsa nêzîkayî te kir tê wê qalibê sabûnê bavêyê, wê bibi tehtik şayîk te xwe xelaski, dawîyê te şerbikê xwe birijînî, ewê jî bibe çemik, heya tê biçe malê.

Wele paşê, xwedayê hût hişyar bû, go bîna xelkê xerîb tê. Caya wî go wele hal hewal ev e. Çû, bera dû da. De vir û de li wir, nokên xwe rijand bûn dirrî mirrî, dûre sabûna xwe jî avêt, bû tehtek şahîk, şerbikê ava xwe jî rijand bû çemik, heta ji hût xelas bû xwe gîhand malê. Hût hat devê şikeftê, got ez heft heb birên te bikujim yan tilîka te bimijim. Got her heft birên min nekuj û tilîka min bimij.  Ber zîlana derî re tilîya xwe da dest hût, mijt mijt heya ku tepik xwîn tê de nehişt.

Birên wê hatin malê, ne rok ne dudû, em tên malê, xweha wan her bi her diminisi, xwakê çi bi te hatîye, çi hewara te ye. Dibê tiş bi min nehatîye. Tu adiz bûyî, em te bişînin malê, dibê na. Rokê, birê biçûk go minê herin, ez ê xwe li ber veşêrim. Helbet hewala xweha me heye. Nêrî, çû xwe veşart, nêrî gi hût hat, dîsa dibê; ez heft birên te bikujim an tilîka te bimijim. Go wele heft birayên wê bikuje tilîya wê nemije. Çûn hev, ji hevdu betilîn. Hût çû malê. Birên wê êvarî hatin, go wele hal hewale ev e.  Bi cîhê cîhê… Hût kuştin.

Birê biçûk hût kuşt û tirba wî li ba xwe çêkir got binêr xweha min çi gîhayê çolê wê li ser tirba vî hûtî çêbibe, minê eseh tu ji me re çêneke. Tu çêkî em ê bibin heywan meywanin, tu ji mer çêneke. Go, temam keko. Wile, carek, du car sê car, nêrîn ku ca hût pêhisiya ku lawê wê kuştîne. Pîrê sêrê bera hevdu dan, yekê zora sîh û nehan bir. Go minê here binê bê tu hawakî di vê keçikê nakî, lawê min kuştîye.

Hat ber devê derî got law tu mêvana nahewînî. Go, na pîrê, mêvanê çi, nahewînim, fîlan û bêvan. Go law tu tene di vê şikeftê de yi, ez ê li ba te bim, hema alî te kim. Ji filankê, hima ê sebrika te bi mi bê. Hewand. Êvarî birên wê hatin go xwakê ev te ji bo çi hewandîye. Wê li serê te bele be.  De keko lo ma wê çi bike. Wile, rokê du roya sê roya, bi mehan li ba hevdu man. Nêrî rokê go qinêber çinîye. Go xweş e law ji te ji me re têx ber girarê. Go pîrê te ne a ser tirba hûtî anîye? Go na law hûtê çi. Le êvarî pincar kir ber girarê. Ku birên wê xwarin, got wele xwakê guman dikin a ser tirba hût e, em ê bixwin jî bi xwedê.  Xwarin, nêrin heft heb bûn heft xezal.  Û pîra min û te çû, çû, da wan û pêc xwe xelas kir çû.

Wê serê sibê heft heb xezalê xwe berde, wê ber wan rûnê, wê biçêrîn, wê bigirî û bigirî û bigirî heya êvarî. Êvarî wê dîsa bîne malê. Nêrî zilam di ber çû, got tu çima digirî? Go wele hal û hewalê min ev e.

Go de minê soz bide ku tu min biki, ez ê her heft birên te çêbikim.

Go wele bavo wan çêke, soza min bi xwedê re.

Go minê ez ê herkê sê şivan li wan xim, gerek deng ji wan neyê. Ku deng ji wan neyê wê çêbibin. Yan deng ji wan bê ew ê bibin nîvxezal.

Ji ê mezin dest pê kir heya ê biçûk, her şeş li wan xist, çêbûn. Ê biçûk, dudu lê xistin, a sisêyan go deng jê hat. Ma nîvxezalko.

Go rabû, jinik karê wê kirin. Pê ri zilêm… Go xweha min, mecbûr in, me soz daye, mecbûr in te pê re bişînin, danê.

Go wile ez ê birê xwe yî biçûk, nîvxezalko jî bi xwe re bivim. Ew jî bi xwe re anî.

Bi xwe re anîyi. Bê mehkê, li ba hevdu man bê çi man.  Wile çû ser bîrê avê, çûye ser bîrê avê û yek mirtib hat ji vir de, dahf da jinikê, go gurm û ket hundirê bîrê. Eman dexîl, û haya mêrik jê tune. Hat malê, go ez jina te me. (mirtib)

Law wile, jina min ne wilo bû, ka çilo bûye ma çilo çêbû?

Go rabû, ew ê (nîvxezalko) jî, wê bi serê sibê, wê bi şev nên ji wan bidize, xurûxurûxur bîne, ji xweha xwe re bavê binê bîrê. Hayê mêrik (niyerik) jê tune.

Bê pirr hindik çi qediya… Go bi xwedê ez xera dibim. Tişkî min heye. Tê vê xezalkê ji min re şerjêkî.

Çawa serjêkim keçê.

Go belê wele, dilê min dibijê.

Go rabû hat, go xwakê ma ne wê nîvxezalko şerjêkin.

Go de keko, go hema devê kêrê li pişt be û destê qesêb hişk be. Ma em çilo bikin.

Rabû hat, nêrî go bi xwedê ev xezal diri deverkê de. Nebedî dibi. Ezê bi dû dim bê ka çilo çêbû. Nêrî ku serê sibê da dû, nêrî hat serê bîrê, go dîsa bi xweha xwe re diştexile.

Weyy tu di vir de yî. Go erê ma îro çend ro ez di vir de me. Tu nabê çi, tu napirsi. Go ma ez ji ku zanim.

Rabû jina xwe derxist. Hat malê, û go wile bi xwedê ha te wilo li jina min kiriye, go te wilo jina mi kiriyi, rabû barik êzing, çilo bînin ser bêndera, Wile anî ser bêndera, agir berdayê û go gur û jinik avêt nav. Jinik avêt nav. Qafê serê wê yî şewîtî ma, mêrik  (niyerik ) go bi xwedê em ê bînin ji mirîşkê xwe re avê têxinê.  Ber derî, her gi Lîblî Mircan di ber ri, heri, avê dixê dibê “elele, te ez kuştim, te ez biraştim, ez xweşik im tu?”

Dibê, rabû, her bi her b’ diminisi, Dibê keçê çi hewala te ye? Dibê wile hal hewal ev e.

Dibê bavo qolayî ye. Dîsa qenc hûr kirin û hûr kirin û li ber bê berdan (A qereçî). Dîsa bê ka ma pirîskik, di ber deriyê (Lîblî Mircanê) ri çû.

Dîsa dibê “ te ez kuştim, te ez şewitandim, te ez biraştim, te ez li ber bakê xerbî gîhaştim, elele ez xweşik im tu?”

Wile ew ji dora xwe paqij kirin û jinik û mêr miradê wan bi hev bû û çîroka min ji wer xweş me xwar dîlîmek şebeş.