Homepage Forûm EDEBIYAT Edîbên Kurd Mela Halit Korkusuz (1940-2011)

5 Mijarên Nû

5 Bersivên Nû

Reklam
🌿 Piştgiriya zimanê Kurdî
Em ji bo zimanê Kurdî naverokên Kurdî çêdikin. Heger bixwazî piştgiriyê bidî, reklamê bidî yan jî bibî sponsorê malperê, ji kerema xwe re peyamekê bişîne: [email protected]
1 peyam tên nîşandan (bi tevahî 1)
  • Nivîskar
    Peyam
  • #24504
    xudreste
    Keymaster

    Mela Xalid di sala 1940î de li Licê hatiye dinê. Bi malbatî ji Tatosa (Tekman) Erziromê ne, bavê wî di sala 1917yê de hatiye Licê. Mela Xalid li medreseyan dest bi tehsîla xwe kiriye. Li cem Mela Xelîl sê salan dersa Qur’anê stendiye. Demekê li Binxetê maye. Li cem Mela Mihemedê Reş, Mela Huseynê Kiçik û Fethiyê Hezroyî xwendiye. Di 16 saliya xwe de îcazetnameyea xwe distîne. Sê caran îcazetname stendiye (Fethiyê Hezroyî, Mela ‘Ebdurrezaq û ji eş-Şêx ‘Ebdulkerîm Muderrîs). Di 17 saliya xwe de dest bi dersdariyê dike. Ders daye gelek feqiyan. Tehsîla xwe ya fermî ji derve xwendiye. Li Şemrexa Mêrdînê melatî kiriye (1959). Di sala 1966ê de bûye miftiyê Tatosê. Di sala 1968ê de li İzmirê miftitî kiriye. Li Zanîngeha Bexdayê dersdarî kiriye. Mela Xalid di sala 1999ê de teqwid bûye. Mela Xalid di sala 2011yê de ji ber nexweşiya penceşêrê wefat kiriye.

    Berhemên Wî

    Mela Xalid digel helbestan berhemên pexşan nivîsîne û wergêrî jî kiriye. Helbestên wî dîdaktîk in. Dîn û exlaq mijarên serekê yên helbestên wî ne. Gelek hedîs û fetwa tercime kirine.

    Berhemên Te’lîf

    • el-Hadîsu’s-Sahîh (‘Erebî)
    • el-Kadâ’u ve’l-Kader (‘Erebî)
    • Fetavâ’l-Âmidî (‘Erebî)
    • Dîvana Kurdî
    • Dîvana Tirkî
    • Dîvana ‘Erebî

    Werger

    • Wergera kurdî û tirkî ya berhemên Mela Huseynê Kiçik
    • Wergera kurdî û tirkî ya berhema ‘Eqaîdê ya Ehmedê Xasî
    • Wergere tirkî Rîsaleya dînî û exlaqî ya Cakartayê
    • Wergera tirkî ya Cundullah ve Hizbuş’şeytan
    • Wergera tirkî ya Îslamda Irkçilik Yoktur
    • Wergera tirkî ya El-Hikmetu Fit’t-Tasavvuf
    • Wergera tirkî ya El-Menazilû’l-Kudsiyye ve’l-Himayetû2r-Rebbaniye
    • Wergera tirkî ya Şeceretû’l-Kevn
    • Wergera tirkî ya El-Hataya fî Nazari’l-Îslam

    Xebatên Derbarê Mela Halit Korkusuz De

    Ayhan, İ. (2017). Seyda Molla Hâlid Korkusuz ve El-Hadîsu’s-Sahîh Adlı Eseri. (Yayın No: 496150). [Yüksek Lisans Tezi, Dicle Üniversitesi]. https://tez.yok.gov.tr/

    Ekmekçi, A. Güneş. (2021). Seyda Molla Halid Korkusuz’un İlmî Ve Edebî Kişiliği. Şarkiyat 13 / 3 (December 2021): 1070-1089.

    Ekmekçi, A. Güneş. (2012). Molla Halil ve Molla Halit Korkusuz’un İlmî ve Edebî Kişilikleri. Dünden Bugüne Lice Sempozyumu, Mardin: Mardin Artuklu Üniversitesi Yayınları, 2012, 345-347.

📰 Diyarname
Nûçe, çand, wêje, spor û agahiyên rojane bi Kurdî
Serdana Diyarnameyê bikin →
1 peyam tên nîşandan (bi tevahî 1)
  • You must be logged in to reply to this topic.
Herî Jor