Forum breadcrumbs - You are here:ForûmForûm: TEKNOLOJÎMuhîmiya arşîvkirinê
Ji kerema xwe an jî Bibe Endam da ku tu karibî mijar û bersivan binivîsî.

Muhîmiya arşîvkirinê

Ev tiştê ko em jê re dibêjin "web", ji însanan re mimkin dikê ko reḧet tişt li ser înternetê binivîsênin. Lê ji bo ko malperên webê online bimênin, divê servera wan vekirî bê (bi pere), domeyna wan her sal werê nûkirin (bi pere), însan serê xwe pê biêşênin û bêhtir tişt.

Gelek caran hatiye dîtin, malperên kurmancî û tiştên di wan de ji nişkê ve wunda dibin. Carna di web.archive.orgê de peyde dibin, lê gelek caran jî timamê malperê li wir dernakevê. Muhîm e em tiştên ko bi kêr tên arşîv bikin, û ez ê li vir hinek programan rêz kim:

  • SingleFile ji bonî browseran - ev "extension" dikê ko rûpela ko niha vekirî ye bi timametî werê daxistin û li ser dîska te di nav yek dosyeyî de qeyd bibê. Kengî te nivîsareke xweş dît, ji xwe re daxe.
  • Internet Archive - li Wayback Machinê yek karê lînkê binivîsênê û wê arşîva web.archive.orgê li serverên xwe qeyd kê. Li rûpela https://web.archive.org/ de "Save Page Now" heye.
  • WGET - wget ji bonî termînalê programeke ko dosye û malperan dadixê ye. Bi arîkariya WGETê yek karê daxistineke "recursive" (her ko di rûpelekê de lînkek dît diçê wir û wê jî dadixê, dûvre diçê lînkên di nav wê de jî, ḧeta ko talî talî ḧemû tiştî daxist) bidê destpêkirin û ḧemû rûpelên malperê daxê.

Min bixwe arşîveke mezin ya kitêb, kovar û hinek malperan ava kiriye û bawer kin, hinek ji wan malperan ji niha de wunda bûne, lê ew hê jî bi min re hene.

Xelîl bertek da vê peyamê.
Xelîl