Ji kerema xwe an jî Bibe Endam da ku tu karibî mijar û bersivan binivîsî.

Portrait of a Lady on Fire (Jêrenivîs)

Portrait of a Lady on Fire (Portreya Xanimeke Agirpêketî 🙂 ) fîlmekî firansî yê serdemî ye. Derhênera fîlm Céline Sciamma ye. Di fîlm de rolên sereke Noémie Merlant û Adèle Haenel in. Çîroka fîlm di sedsala 18an de li Firansayê diqewime. Fîlm, evîna du jinên ciwan bi awayekî romantîk û dramatîk pêşkêş dike ku ji wan du jinan yek ji malbateke arîstokrat e û yek jî wênexêz e.

Ev fîlm xelata Queer Palm (2019) bi dest xistiye ku dibe yekemîn fîlmê derhênera wê jin e û ev xelat standiye. Herwiha xelata senaryoya herî baş jî bi dest xistîye û wekî şano jî hatiye pêşkêşkirin.

*Jêrenivîsa kurmancî ji berawerdkirina îngîlîzî û tirkî hatîye wergerandin.

Pûanê IMDBê: 8.1

Pûanê Min: 7

Dosyayên hatine barkirin: