Ji kerema xwe an jî Bibe Endam da ku tu karibî mijar û bersivan binivîsî.

Problemên belavkirina tiştên arşîvkirî

Ev pêleyek e min xwestiye kitêb û kovarên ko min ji înternetê daxistine û li cem xwe kom kirine ḧemû li malpereke nû biweşênim lê zeḧmetînin hene...

Zeḧmetiya herî mezin mesela ḧeqê nivîskar e. Li bêhtirê dewletan, ḧeqê nivîskarê kitêban piştî mirina wî yan wê 70 salan dewam dikê. Ji bo ko yek tiştekî par ve bikê divê yek destûrê ji wî nivîskarî bistênê. Temam ev bixwe ne tiştekî xirab e, divê nivîskar karibê çi bixwazê ji esera xwe bikê. Lê wextê ko hejmara kitêban gelek bê, gelekî zeḧmet e yek ji ḧemû wan nivîskaran destûrê bixwazê.

Ya pêşî, belkî ti şiklê ko yek bi edîb re bikevê danûstanindê nînbê. Belkî e-posta wî nîne, telefona wî nayê zanîn.

Ya dî jî belkî nayê zanîn ma xwediyê eserê kî ye jî. Yan jî belkî nivîskar miriye û hingî heke warisên wî nebin ma wê çi bê? Ji van re "orphan works" tê gotin û çareke baş ji bonî wan nîne. Kitêbên ko hew têne çapkirin wê çi bê ji wan?

Problem xilas nabin.

Min hê nûka mesajeke dî nivîsand lê ḧemû nivîs wunda bû wextê ko min pêl "Bişîne" kir û ji min nayê ez dîse binivîsînim. Çi ne xweş çêbû halo..

Merheba, rast e, heqê telîfê problemeke mezin e. Gelek berhemên kurdî di pirtûkxaneya enstîtûya Parîsê de hatine weşandin. Yanî, nivîskaran destûr dane ku berhemên wan bên weşandin. Ji bilî wan, ji bo berhemên ku nivîskar an jî warisên wan ne li meydanê  ne, meriv dikare nîşeyeke dayne rûpela daxistinê: "Heger derbarê vê berhemê de îdîayeke we ya telîfê hebe jkx bi me re têkevin têkiliyê."

Herwiha, meriv dikare ji bo vê malperê hesabekî Patreonê ava bike û bike ku mêvan karibin li gorî dilê xwe pereyan bibexşînin. û li gorî hejmara daxistina berheman, (nizanim ka çawa meriv dikare bihesibîne) heqê telîfê bide xwediyê berhemê.

 

Jêgirtin ji Kesek di 03/06/2024, 20:59 de

Min hê nûka mesajeke dî nivîsand lê ḧemû nivîs wunda bû wextê ko min pêl "Bişîne" kir û ji min nayê ez dîse binivîsînim. Çi ne xweş çêbû halo..

Ez geriyam lê min nivîsa te nedît 🙂 Xuya ye, nehatiye qeydkirin.