Ji kerema xwe an jî Bibe Endam da ku tu karibî mijar û bersivan binivîsî.

Şêx Mihemed Emînê Heyderî (1927-2003)

Kurê Mela Ehmedê Heyderî ye. Di sala 1927ê de li Nisêbînê hatiye dinê. Li ber destê bavê xwe dest bi xwendinê kiriye. Piştî ki bavê wî wefat kiriye derbasî Binxetê bûye, çûye cem malbata Xeznewiyan. Li medreseya Xezna perwerdehiya xwe domandiye û îcazeta xwe ji xelîfeyê Şêx Ehmedê Xeznewî, Mela Evdirezaqê Helêlî wergirtiye. Li Binxetê demekê katibtiya Şêx Ehmedê Xeznewî kiriye û li medreseya Xezna seydatî jî kiriye. Bûye endamê terîqeta Xeznewiyan ku ev terîqet Neqşebendî ye.

Piştî salên 1950yî vedigere bakur li gundên Nisêbîn û Midyatê melatî û seydatiyê dike. Ji bo xebatên dînî û irşadî li gelek deverên Kurdistan û Tirkiyeyê geriyaye. Îcazet daye gelek feqiyan. Di sala 1982yê de tê Farqînê, li gundê Bereketê bicih dibe heta sala 2000î li vî gundî dimîne. Xwestiye ku li ser rêya Amedê medrese û mizgeftekê ava bike, dest bi înşaetê kirine. Şêx di 76 saliya xwe di sala 2003yê de wefat kiriye. Gora wî li vê medreseyê ye.

Berhemên Şêx Mihemed Emînê Heyderî

Şêx Heyderî di berhemên xwe de gelek mexles bikar anîne; Heyderî, Heyderîzade, Emînê Heyderî, Heyderîzade Emîn, Emînê Heyder, Emîn, Heyder.

Şêx Heyderî şa’irekî mutesewwif e. Berhemên wî dînî û tesewwufî ne. Şeş berhemên wî hene, digel berhemên menzûm berhemên wî yên pexşan jî hene. Şêx Heyderî digel kurdî bi bi farsî, erebî û tirkî jî zanibûye.

Dîwan: Ne muretteb e, piştî wefata Şêx, ji aliyê kurê wî Mela Diyadîn ve helbestên wî hatine berhevkirin û çapkirin. Di dîwana heyderî de 87 helbest hene.

Mewlûda Nebî: Mesnewî ye, ji 9 beşan û 200 malikan pêk tê. Kurmancî ye. Di sala 1975ê de hatiye nivîsîn.

Em bidin hemdê xwedê ey musliman

Daye me pêxemberê axir zeman

 

Ew Xwedayê go hidayet daye me

Nî‘meta xweş dînê Islam daye me

 

Nî‘meta j’ her ni‘metê xweştir ev e

Minneta j’ her minnetê mestir ev e

 

Go me îman aniye bi Rebbê ‘Ezîm

Em muşerref bûn bi Qur’ana Kerîm

 

Eqîdeya Îmanê: Kurmancî ye, ji destpêkê û 9 beşan pêk tê, 210 malik e, mesnewî ye. Di navbera sala 1975 û 1980yî de hatiye nivîsîn.

Werdu’l-Etfal (Gula Zarokan): Îlmîhal e, 204 malik e. Di sala 1987ê de hatiye nivîsîn. Xîtabî zarok û ciwanan dike. Kurmancî ye.

Mewludu’n-Nebî (Mewlûda ‘Erebî): Pexşan e. Di sala 2000î de hatiye nivîsîn. Bi zimanê ‘erebî ye.

Rîsaleya Exlaq û Tesewifê: Bi zimanê ‘erebî ye, zêdeyî 100 rûpelî ye. Derbarê exlaq û tesewifê de ye.

Xebatên Derbarê Şêx Mihemed Emînê Heyderî De

Deniz, M. İ. (2020). METN Û DANASÎNA FIQIHNAMEYA HEYDERÎ . Bingöl Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü Dergisi , 6 (12) , 75-99 .

Ertaş, M. (2020). Mewlûda Heyderî (Şêx Mihemed Emînê Heyderî) û berawerdkirina wê bi melûda Bateyî re. (Hejmara Weşandinê: 652085). [Teza Lîsansa Bilind, Zanîngeha Mardin Artukluyê]. https://tez.yok.gov.tr/

Yıldız, M. (2020). Dîwana Heyderî (Şêx Mihemed Emînê Heyderî) – Metn û Vekolîn-. (Hejmara Weşandinê: 659324). [Teza Lîsansa Bilind, Zanîngeha Mardin Artukluyê]. https://tez.yok.gov.tr/