Şêx Mihemedê Kerbelayî (1885-1939)
Jêgirtin ji Xelîl di 27/01/2024, 20:43 deJi malbata Aqtepiyan e, kurê Şêx ‘Ebdurrehmanê Aqtepî ye. Di sala 1885ê de li gundê Aqtepeyê hatiye dinê. Li ber destê bavê xwe dest bi xwendinê kiriye û wekî ew jî wekî bavê xwe di rêya Neqşîbendiyê de meşiyaye. Li medreseyê mideristî kiriye, ders daye feqiyan. Piştî serhildana Şêx Se’îd digel malbata xwe bi sirgûnî çûye bajarê Uşakê, ji wir jî şandine Edeneyê. Lê piştî demekê ew vedigere cih û warê xwe. Tê rîwayetkirin ku piştî sirgûnîya xwe gelek kitêb nivîsîne lê dûre ew şewitandine. Berhemên ku li ber dest in beriya qiyama Şêx Se’îd hatine nivîsîn. Şêx Mihemedê Kerbelayî di sala 1939ê de wefat kiriye.
Berhemên Wî
Şêx Mihemed Can digel kurdî bi zimanê osmanî, farsî û ‘erebî jî zanebûye. Bi van zimanan helbest nivîsîne. Helbestên tesewwufî nivîsîne. Di helbestên xwe mexlesa “Kerbelayî” bikar aniye.
Dîwana Kerbelayî (1914)
Digel helbestên kurdî helbestên farsî, ‘erebî û tirkî jî tê de hene. Helbesteke wî ye pirzimanî (mulemme’) jî heye. Piraniya helbestan xezel û qesîde ne. Bi cureyên tewhîd, n’et, munacat, hicîv û pendname helbest nivîsîne.
Mîrsadul-Etfal – Rêya Biçûkan (1912)
Ferhenga farsî – kurdî ye, menzûm e. 1350 bêjeyên farsî digel bêjeyên kurdî hatine wergerandin. Ji bo perwerdehiya zarokan hatiye amadekirin.
“Me her wek Newbihara Şêxê Xanî
Esasê wê ji bo etfala danî”
Xebatine Derbarê Şêx Mihemedê Kerbelayî De
Başçı, V. û Aykaç, Y. “Şeyh Muhammed Kerbelâyî’nin Mevlâna Halid-i Bağdâdî’nin Gazeline Yazdığı Tahmîsin Tasavvufî ve Edebî Şerhi”. Şırnak Üniversitesi İlahiyat Fakültesi Dergisi 29 (Aralık 2022), 63-91.
Ertekin, M. Zahir & Yıldız, Ayhan, (2022), Govenda Zimanan Mulemme’ Di Edebîyata Kurdî Ya Klasîk Da, Weşanên Lorya, Wan
Qoxi, E. H. (2022). Dîwana Cami‘. Banga Heq. Stenbol.
Sağnıç, F. H. (2002). Dîroka Wêjeya Kurdî. Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê. Stenbol
Ji malbata Aqtepiyan e, kurê Şêx ‘Ebdurrehmanê Aqtepî ye. Di sala 1885ê de li gundê Aqtepeyê hatiye dinê. Li ber destê bavê xwe dest bi xwendinê kiriye û wekî ew jî wekî bavê xwe di rêya Neqşîbendiyê de meşiyaye. Li medreseyê mideristî kiriye, ders daye feqiyan. Piştî serhildana Şêx Se’îd digel malbata xwe bi sirgûnî çûye bajarê Uşakê, ji wir jî şandine Edeneyê. Lê piştî demekê ew vedigere cih û warê xwe. Tê rîwayetkirin ku piştî sirgûnîya xwe gelek kitêb nivîsîne lê dûre ew şewitandine. Berhemên ku li ber dest in beriya qiyama Şêx Se’îd hatine nivîsîn. Şêx Mihemedê Kerbelayî di sala 1939ê de wefat kiriye.