Home Forum EDEBIYAT Edîbên Kurd Şêx Mistefayê Sîsî – Feyzî (1847-1914)

5 Mijarên Nû

5 Bersivên Nû

1 peyam tên nîşandan (bi tevahî 1)
  • Nivîskar
    Peyam
  • #24539
    xudreste
    Keymaster

    Şêx Mistefayê Sîsî di sala 1847ê de li Licê, li gundê Sîsê (Yolçatı) jayiye dinê. Bavê wî Hecî Heyder kurê Şêx Ebdilezîz e, Şêx Ebdilezîz yek ji şêxên terîqeta Neqşebendiyê ye. Malbata wan ji Silêamanî hatine li Licê niştecih bûye. Îcazeta xwe ya ‘ilmî ji Seydayê Licî (Hadî) wergirtiye, li Sîsê mideristî kiriye û piraniya emrê xwe li vî gundî derbas kiriye. Ji Şêx Ebdilqadirê Hezanî (w. 1908) dersên tesewwifê stendiye û îcazeta şêxtiyê ji wî wergirtiye.

    Şêx Mistefa heft xelîfe li pey xwe hiştine, ew jî ev in; Kurê wî Şêx Mihemed Hadîyê Qewmanî (w. 1956), Mela Elîyê Okçiyan, Mela Mihemedê Barmanî, Mela Ebdilmecîdê Licewî, Mela Ubeydullahê Şewqî (ev zat bavê Mela Xelîlê Miftiyê Diyarbekirê ye), Mela Hesenê Tûmûkî, Mela Recebê Qewmanî (Korkusuz, 2004: 314).

    Şêx Mistefayê Sîsî di sala 1914an (1330yê rûmî) de di 67 salîya xwe de li gundê Qewmanê (Yücekonak) ya Depa (Karakoçan) Xarpêtê wefat kiriye û li wî gundî medfûn e (Qewmamî, 2011: 21).

    Berhemên Wî

    Şêx Mistefayê Sîsî di helbestên xwe de mexlesên “Feyzî”, “Sîsî” û “Mistefa” bikar anîne. Digel kurdî di zimanê ‘erebî, û farsî jî zanebûye. Heta niha 5 helbestên wî hatine dîtin û li ber dest in. Mersiye û medhiye nivîsîne. Helbestên wî li ser şêxê wî Şêx Ebdilaqadirê Hezanî ne. Di helbestên xwe de termên ‘erebî û farsî jî bikar anîne.

    Xebatine Derbarê Wî de

    Karak, M. Zana (2021). Bi Mexlesa “Feyzî” Du Helbestên Nû Yên Şêx Mistefayê Sîsî, Kurdiname, no. 5, p.58-80

    Seyda-İ Sisi . Nakşibendi Şeyhi , Şeyh Abdulkadir Hezani’nin Halifesi. https://www.evliyalar.net/seyh-mustafa-sisi/ 09.03.2023

    Helbesta Yekem

    1.

    Ez û mal û menal û ehl û cîran

    Bi qurbana te me Şahê Resûlan

    Dikim zarî bi ʿişqê wek esîran

    Bi heyrana te me Şahê Resûlan

     

    2.

    Ji zarî bes meke ey dil şeb û rûz

    Binal ey canê min der ʿişqê mîsûz

    Der eywanê muhebbet baş bike sûz

    Bike luṭfê li te Şahê Resûlan

     

    3.

    Were dergeh di wî bê ṣebr û hûş im

    Veke dergeh li min da mey binûşim

    Feqîr û bê newa’ û xirqepûş im

    Ṭelebkarê te me Şahê Resûlan

     

    4.

    Ji nûra te tijî ez qaf û ta qaf

    Ji feyża te muʿeṭṭer bû dilê ṣaf

    Ji ʿişqa te disûzî sîne her gav

    Hewardarê te me Şahê Resûlan

     

    5.

    Di can û dil ʿeceb nûr û żiya ’î

    Ji bo cerh û birînê min dewa ’î

    Ji min dil bir bi naz û dilruba’î

    Niyazkar im ji te Şahê Resûlan

     

    6.

    Eger bulbul gulê xeddê te bînî

    Li bustan naketin ah û enînê

    Çu men sewda li bejna te bixûnî

    Derê rehmê veke Şahê Resûlan

     

    7.

    To î sulṭanê ‘alem der dilê ma

    Munewwer kon bi luṭfê kişwerê ma

    Nebaşed cuz to der dil dilberê ma

    Niqab ez rû veke Şahê Resûlan

     

    8.

    Hezar ahê cegersûz ez dilê min

    Digel feryad û zar û nale’ê min

    Enîn û hesret û ev hestirê min

    Ji narê firqeta Şahê Resûlan

     

    9.

    Ricakar im ez ê naçar û sewda

    Ji luṭfa te bi heqqê Ġewŝ û Seyda

    Dewa ke dil bi nûrê nar û şeyda

    Ji wê beĥra kerem Şahê Resûlan

     

    10.

    Me navê kes ji ġeyr an zulf û xalet

    Di dil da nîne min fikr û xiyalet

    Ez im ʿaşiq li wê ĥusn û cemalet

    Feqîrek sa’il im Şahê Resûlan

     

    11.

    Tu î dilber ku ma min rûĥ li balê

    Dipîle can û dil her dem dinalê

    Şev û rojê didim lew ʿerżiĥalê

    Dewa ke derdê min Şahê Resûlan

     

    1. Tu î bê şik ji bo min ʿeynê Luqman

    Qebûl nakim ji ġeyr în emr û ferman

    Bi yek suĥbet mefer ma derdê derman

    Esîr û bêkes im Şahê Resûlan

     

    13.

    Egerçi rûreş û pîs û xerab im

    Geda û natiwan û xak û ab im

    Welî der narê ʿişqet dil-kebab im

    Li ʿaşiq de neẓer Şahê Resûlan

     

    14.

    Ji ber derdê firaqê ah û ṣed ah

    Fiġan û zariyem ez mahê ta mah

    Bidan çahê zenexdan kerdî der cah

    Du ṣed Yûsif çu men Şahê Resûlan

     

    15.

    Egerçi Miṣṭefa ʿebdek kemîn e

    Bi cuz dergahê to me’wa tunîne

    Bi luṭfa xwe were carek bibîne

    Keremkar î eman Şahê Resûlan

     

    16.

    Fewellahî bi ĥalê min dizanî

    Bi nari’l-ʿişqê meĥrûqen teranî

    Bi xûbî bihter ez xûbê cihanî

    Me dil da te ji dil Şahê Resûlan

     

    17.

    Eger ney qabilem cerhê dewa kî

    Bese carek bi dildarî xûya kî

    Bêtir ez dêmê enwer min fena kî

    Bi can amed dilêm Şahê Resûlan

     

    18.

    Ji nale bes meke Feyẓiyê cara

    Bi dil zêde bi xef hem aşikara

    Ew e şahê Semerqend û Buxara

    Cuda ez men mebe Şahê Resûlan

     

    19.

    Bi enfasê Mesîĥî dil te ĥey kir

    Bi nûr û narê ʿişqê her te key kir

    Şeb û rojê zebanim wayiwey kir

    Demê dîger bizan Şahê Resûlan

     

    20.

    Eṣemm û ebkem û eʿma û dîn im

    Ji derdê firqetê jar û ĥezîn im

    Ġezel her dem li bejna te dixûnim

    Segê an dergehem Şahê Resûlan

     

     

     

    Helebsta Duyem

     

    ʿErżiĥala me bibe nik Şahê Xûban ey refîq

    Yek bi yek mestûre tê da ĥalê miştaqê ĥerîq

    Pêl û emwacê di ʿişqê bê ṣeda kir me ġerîq

    Nîne kes bê ser bide dilbeste’ê ʿişqa wesîq

     

    Ateşê ʿişqê kebab kir min di nêv ʿamê cinûn

    Lemʿê xedd û serwê qamet qewsê ebrû kir zebûn

    Secdeya min pêş(i) adem dîn û îmanim nebûn

    Rehberê naçare’ê wek min bese pîrê ṭerîq

     

    Bi her ʿaşiq çend qedem pêş da kerem kir dilberê

    Dêm-durrê gerden-zerê nazik-terê bûy-ʿenberê

    Pî-şemalê pur-delalê xweş-cemalê kewserê

    ʿIşqibazê serfirazê dilkuşa’ê bû ferîq

     

    Wê bi wan zulfê ĥerîr û tîr û mujgan û webes

    Dêmê enwer çeşmê nazik ṣûreta xûrşîd(i)weş

    Ġemz û remz û çav û ebrû hem bi wan reftar(i) xweş

    Kir me sewda min bibîne dil li min bû wek ʿeqîq

     

    ʿAşiqê dîdarê yar im bes ne cennatê neʿîm

    Wiṣleta wê min divê ne ĥûr û Riḍwanê şemîm

    Masiwa’ê yarê nik ʿaşiq wicûda wî ʿedîm

    Ṣofî û zahid çi zanin gewherê beĥra ʿemîq

     

    Şahid û ṣaqî digel min bêne bezmê ʿaşiqan

    Serxweş û medhûş(i) bin ez bûyê zulfê sunbulan

    Ṣed hezar şiʿr û ġezel zêde li bal min bê guman

    Wê çi bêje xeste-dil ez hicreta yarê ʿetîq

     

    Qeṭ meke lewmê ji ʿaşiq zahidê xilwet-nişîn

    Destegîrê wê di vê rê da bizan rûĥu’l-emîn

    Qible rû miĥrab e ebrû camiʿ e rûyê zemîn

    Ya diyarê b’ ah û efġan taʿet e pêş ra ṣedîq

     

    Gulşen û baġê cemala dilberê ger bit neṣîb

    Dest(i) berketf û dehan berxed nemîbîned reqîb

    Bûseyek ber rûyê dîger mîzened ṣebb û ĥebîb

    Kuşte’ê ʿişqê ciwan dê bê ji nû ve ey şefîq

     

    Xûb û dilber dilruba û nazik û peyker-perî

    Gerçi nik ʿuşşaqê ʿalem bê ĥedd in tu serwerî

    Sosin û gul sunbul û mil ter e cû bergê terî

    Bulbulê bê ṣebr û dûr ez baġ û bustan ev ʿeşîq

     

    Ṣed qesem b’an dêmê enwer min debîrê kullî ĥal

    Bê wucûda te wucûda min mine’l-emri’l-muĥal

    Zulfê şebrengînê mişkîn bû meke menʿê wiṣal

    Menʿî zîl-ʿeşqî ʿenil-ʿuşşaqî ʿeynen la-yelîq

     

    Yek nişanê dilberê nîne ji ġeyrê bê nîşan

    Li yek xalê nîne yek cewher ji wê nik exfeşan

    Meẓher in gahî dibin meẓher ji bo wê zerfeşan

    Sirrê wehdet Feyziya bên zan û în heqê heqîq

1 peyam tên nîşandan (bi tevahî 1)
  • You must be logged in to reply to this topic.
Herî Jor