Ji kerema xwe an jî Bibe Endam da ku tu karibî mijar û bersivan binivîsî.

Şêx Muhemmed Mehdî (1932-2009)

Şêx muhemmed Mehdî di sala 1932yê de li gundê Xizirîlyasê hatiye dinê. Gundê Xizirîlyasê girêdayî Sûrê ye. Kurê Şêx Muhemmed Tahir e. Li Bismilê li gundê Bellîyê dest bi xwendinê kiriye û li gelek medreseyên derdorê tehsîla xwe domandiye. Ji Şêx Îbrahîm û Seyyîd Hesen îcazetên ‘ilmê û tecwîdê stendiye. Ji Şêx Seyda el-Cezerî îcazeta terîqeta Neqşebendiyê, ji Şêx Muhemmed ‘Elewî jî îcazeta terîqeta Qadiriyê stendiye.

Li diyarbekirê Medreseya Seyfûlmilûkê damezirandiye, dersdarî kiriye, îcazeta xelîfetiyê ya Neqşebendiyê daye nêzî 30 kesî. Şêx Muhemmed Mehdî di sala 2009ê de di 77 saliya xwe wefat kiriye.

Berhemên Wî

Şêx Mehdî “Mewlûda Kurmancî” nivîsiye. Di dawiya mewlûda qeyd kiriye ku di 31ê tebaxa 2002yê de berhema xwe qedandiye. Mewlûda wî dişiba ya Melayê Bateyî.

Berhemên wî yên din: Rîsaletu Mahrecu’l-Dad, Rîsaletu’t-Tevessul ve‘lîstîxaze, El-Hîdayetu fî’l-Îctîhad Musîfû fî Tasavufî, Rîsaletu fî Beyanî’l-Kaffaratî Bî’l-Xiramatî ve’l-Evrakil Maliyatî

Xebatên Derbarê Şêx Muhemmed Mehdî De

Tıraşcı, M. (2014). Güneydoğu ve Doğu Anadolu Çevresinde Arapça, Kürtçe, Zazaca Mevlidler ve Müzikal Olarak İcra Ediliş Tarzları . Cumhuriyet Üniversitesi İlahiyat Fakültesi Dergisi , 17 (2) , 209-236