Ji kerema xwe an jî Bibe Endam da ku tu karibî mijar û bersivan binivîsî.

Şêx Muhyedînê Hênî (1849-1897)

Kurê postnişînê şaxa Xalidiyan a Hênê ye. Di derdora sala 1849ê de li Karazê hatiye dinê piştî wefata dêya wî, bavê wî ew bi xwe re biriye Hênê. Li Mêrdînê bi Rûhî re perwerdehî dîtine. Piştre hatiye Hênê û li medreseya bavê xwe perwerdehiya xwe domandiye. Li gundên derdorê û li Hênê dersdarî kiriye. Ew jî wekî bavê xwe girêdayî Neqşendiyê/Xalidiyê bûye. Şêx Muhyedîn di sala 2897ê de li Hênê wefat kiriye, gora wî li Hênê li cem qubbeya bavê wî (Şêx Ehmedê Karazî) ye.

Berhemên Wî

Şêx Muhyedîn di helbestên xwe de mexlesên “Sa’î” û “Heqî” bikar anîne. Tê gotin ku xîtabeta Şêx Muhyedîn gelekî xurt bûye. Bi malbata Aqtepiyan nas bûye û ji hêla edebî û tesewwufî têkilî bi hev re danîne.

5 helbestên Şêx Muhyedîn li ber dest in. Tê rîwayetkirin ku dîwana wî hebûye lê di erdheja Licê de wenda bûye. Helbestên wî xezel û mexemmes in. Tesîra Melayê Cizîrî di helbestên wî de tê dîtin.

Melayê Cizîrî:

Ji qedd û bejn û balayê ji reng û dêm û sîmayê

Tu rengî qet xeber nayê di husnê cewherek ferd e

 

Şêx Muhyedîn:

Bikin reqs û tewafê ew li dora ke’beya husnê

Ji şewqa wê hebîba ku di husnê cewherê ferd e

 

Simattiye – Simatname (Xwarinname)

Di edebiyata klasîk de ew helbest an menzûmeyên ku derheqê pênase û zewqên xwarinan de hatine nivîsîn wekî “simatiyye/simatname” hatine binavkirin. Bêjeya “simat”ê bi erebî ye û tê wateya sifre û xwarinên li ser sifreyê. Adak (2015) li ser xwarinanameya wî xebitiye.

Eger naki bawer ku patile xweş

Bipirse ji şibli efendiye leş

---

Ilahi meke qismete min tu car

Evan bamiyee mirare mirar

---

Helawa ji arvane bulxur imam

Ji min dur be hetta bi Roja Qiyam

 

Xebatine Derbarê Şêx Muhyedînê Hênî

Hênî, Ş. M. (2015). Beyana Xwarinan û Zewqên Wan, (amd. Mela Birhane Tarini), Stenbol: Peywend.

Adak, A. (2015). Şêx Muhyedînê Hênî: Di Edebiyata Kurd de Nûnerekî Girîng ê Temaya Xwarinê. Nûbihar Akademî. Jimar 3. Sal 2. R. 11-52