Xewn û Teknolojî
Jêgirtin ji Xelîl di 16/02/2024, 03:09 deDerdekî min heye, ez di xewnên xwe de nikarim teknolojiyê bi kar bînim. Bo nimûne, di xewna min de tiştek diqewime, bûyerek çêdibe, ez ji berîka xwe telefona xwe derdixim, kameryaê vedikim lê dikim nakim ew bişkoka qeydiyê naxebite. An jî ez otomobîlekê diajom, lê nikarim wê erebeyê kontrol bikim, ne fren dixebite, ne dîreksîyon dizivire. Dixwazim telefonî hinekan bikim, dikin nakim bişkoka lêgerînê naxebite.
Min çend caran ji hevalan re behs kir lê sankî bala wan nekişand. Mereq dikim gelo li cem we jî wiha ye, an ez tenê nikarim di xewnan de teknolojiyê bi kar bînim.
Derdekî min heye, ez di xewnên xwe de nikarim teknolojiyê bi kar bînim. Bo nimûne, di xewna min de tiştek diqewime, bûyerek çêdibe, ez ji berîka xwe telefona xwe derdixim, kameryaê vedikim lê dikim nakim ew bişkoka qeydiyê naxebite. An jî ez otomobîlekê diajom, lê nikarim wê erebeyê kontrol bikim, ne fren dixebite, ne dîreksîyon dizivire. Dixwazim telefonî hinekan bikim, dikin nakim bişkoka lêgerînê naxebite.
Min çend caran ji hevalan re behs kir lê sankî bala wan nekişand. Mereq dikim gelo li cem we jî wiha ye, an ez tenê nikarim di xewnan de teknolojiyê bi kar bînim.
Jêgirtin ji Xelîl di 03/06/2024, 04:07 deNêzîk, min xewnek dît, min kir nekir nebû ku ez selfieyekê bigrim. Vê neqlê jî kameraya telefonê vebû, hetta, mîrovên derdorê di kamerayê de xuya bûn lê min nekarî xwe di kamerayêde bidîta.
Nêzîk, min xewnek dît, min kir nekir nebû ku ez selfieyekê bigrim. Vê neqlê jî kameraya telefonê vebû, hetta, mîrovên derdorê di kamerayê de xuya bûn lê min nekarî xwe di kamerayêde bidîta.