Li ser dilêmin Şitlên êşên te heşîn dibin… Bîyanî me ez, yekî xwe bîyanî Û diljan, Ji ber ku , tu nînî…
Nêrînên ji çavên belagir Jîyan û vejîyan diherikin Ez dimeşim hetta dawî Tû bêje bes ez dimrim….
EVÎN, Bingeha gerdûnê ye dibêjin, Hemî pirtûkên ji jorda ketî. EVÎN, bingeha hebûna min û te Û sedemeke xwedamendî; Ya jîyanbijan Ya gûlan û sosinan Berx u karikan Û zarokan….
EVÎN, gîyana gerdûnêyê Û bêy te Peleke weşîyayîye ev dil Li ser berfên çiyayên kilwe Li ser textên ba û bageran…
Di van deman de Eş kişandine evîn Eşên ji evînê tehn Ser serê min û ser herdû çavan…
Xwedê bo çi? Berî hezar sala Ez hatim dinyayê Û min piştre ew ditî. Di bihareke harbuyî de Min payîzeya evîneke birîndar ajotîye Lı zevîya daxwazên berdestkirî…
Lê dîsa jî sed caran spas ji bu xwedayê min û te Berî kû Çavên teyî avaşînî balamşînî U keskeşînî Bibînîm bimrama…. Di kîjan cîhana wî alîyê de Bi cîh dibum. Bawer bike Agirên dojehên asîmanan jî Bi bes dîtineke te Li ser singê min vedibin….
Lê dizanim tû, guleke tenyayî Di bin kendala dilê min de. Kenîya teya zelal Hawaran dike Xezaleke bi lerzin Û hemî betêbûna min Yani qetûnebûna min Dibe şahmaran. Were li wê bi cîh bibe Xwe bijîne. Lı ser dilé min Şiltên kenîya te heşîn dibin Were xwe biçine Naaa Min biçine
Ji ber vêye Ez her êvara digrim Û siba bo min gûl venekin jî Li ser pelên darên spîndaran de Ez te dibînim Te bêhn dikim Tû dibî şahgûlekî Rojamin dibe bihişt, Şevamin ya bê xwew Û bêkeys Dibe ronahî
Ji sibê şeveqê hatta êvarê Ji şevê hetta berbangê Ezê navê te bibîhîsim Û eger dengê teyî dawi Li ber pencera xûrfa min asê bibe Û eger tû bibêjî bese Ev evina bê xêr Ezê bimrim………
Naaa Eger tû bêji EVÎN xêre kejandare Ezê navê te bikolim Li ser baskên êş u janên xwe Bes ruyê teyî biken, Bes, te girjina teya delal Bibêjin xwe bi xwe Û têbigejim kû Kanun nîne û caran qet nehewceye jîyan, Lê xweşe wek navê teyî şêrîn Û kenîya teya bi alawîn Li ser dilê min bişewite Navê te û jîyan bişewite
Ji tere çi bêjim Çi bêjim ji tere Dilekî rubarkirî bişînim Lehîyekî ji agir Û paşi bêjim Tû dizanî? Ez bi vî agirî dijîm
Ji tere çi bêjim? Ji tere çi Ji keniya te Enîya te Û xweşiya tere Çi dihete gotin
Were çavên xwe bîne Li ber xwe dayne Ji giriyeke ji şahîyê Li wan mêzeke hedî hedî Mîna kû Jİ nav cergê xwe lawa dikî Ji wan bipirse Ew rengên deryaya lerzîn Ew alawên mawî u şîn Wê hedî hedî bêjinete Ez ji wan u ji te Çi dixwazim
Lê ez ji wan çavên te Ji wan rengên xweşawaz Ji wan çavreşkên Wek şuşeyeke di nav avêde Ji awirên teyên keskenez Ji wan ewirên teyén xencera birqîn Ez ji wan û jite Qet tiştekî naxwazim…
Ew jimin ra dibejin Jîyana te, ya bê me Çiyayekî sar u çemekî bi kesere Zivistane Lê rojeke ji rojan Berfên çîyayê dilê te dihelin Çeme te dibe lehî Lehî dikişe bihar te Û li pereva evîneke jibirkirî Du nergizên derya mawi şîn dibin Ew herdû emin Ew herdû em Eger tû li we hîna li benda min bî.
https://www.youtube.com/watch?v=1tS2eVvhqJU