Forum breadcrumbs - You are here:ForûmForûm: SILAV & DEMBIHÊRKZimanê Forûmê
Ji kerema xwe an jî Bibe Endam da ku tu karibî mijar û bersivan binivîsî.

Zimanê Forûmê

Merheba, ez bi xwe zimanê îngîlîzî yê forûmê werdigerînim kurmancî. Eger we li derekê çewtîyek dît an jî pêşnîyazeke baştir ji bo wergerê hebe jkx li bin vê mijarê binivîsin an jî peyameke taybet ji min re bişînin.

Spas dikim.

Belê min xeletîkê dît. Ji xebera "deqe" re "xulek" hatiye gotin, ji bo nimûne li rûpela "Çi Diqewime"yê. Bi xêra xwe ev gotina çêkirî ya ko di nav xelkê me de hîç nîne bi kar newêne. Divê em înterneta kurmancî li ber xelkê xwe zehmet nekin, zimanê dîjîtal / nivîsî ji zimanê normal veneqetê. Her kurmanc dibêjê "deqe" yan "deqîqe", sebeb nîne ev xeber werê guhertin.

Mala te ava

min sererast kir, spas.

Kesek bertek da vê peyamê.
Kesek

Mala te ava.

@xudreste Ez dixwazim fikrê te bistênim li ser van xeberan: pirtûk & wêje

Ev herdû jî gotinên çêkirî ne, ji xeynî li ser înternetê û di kitêban de jî min nedîtiye. "Kitêb" ji bêhtirê xelkê kurmanc tê gotin û "kîtab" jî li hinek deran, lê "pirtûk" tiştekî xelet e li gora min û tenê problema fêmkirinê çêdikê. Her kurmanc kitêb/kîtabê zanê û ti ji min bipirsê, çawa em xebereke nû ji sêvê re çênakin, divê em xebera klasîk û heqîqî ya "kitêbê" jî neguherin. Ez ne dijî xeberên nû me, lê tiştên ko navê wan jixwe heye divê em neguherin ji ber ko 1) sebeb nîne 2) fêmkirin zehmettir dibê 3) zimanê me qeto-qeto ye, hê bêhtir qet dibê 4) di tarîxa zimanê me de hene û hemû kes wan zanê.

Wekî dî, wêje jî wilo ye. Edebiyat û edebî yên ko di nav xelk de têne bikaranîn in.

Fikrê te çi ye? Bere ev tişt jî newin guhertin?

Li civatan em li ser van meseleyan gelekî axivîne, piranî li ser fikra te ne lê ez hinekî nermtir difikirim. Bi min heger em karibin xwe bigihîni etîmolojiyeke bimentiq meriv dikare xwe ji edebiyata klasîk xelas bike. Ji ber ku, tu zemanî bi awayê fermî (dewletî) zimanê kurdî/kurmancî nehatiye hînkirin. Lewma ev jî bûye sedem ku em peyvên xwe ji edebiyatên hazir deyn bikin. Û bî vî awayî jî ew heta îro hatine, çimkî kesekî midaxele nekiriye. Îja îroroj heger em xwe bigihînin rehê peyvên kurmancî ku niha li şûna wan hin peyvên din li kar in, bi min divê em berê xwe bidin wan.

Îcarê ev kar karê etîmologan e, û heta dezgeyen me yên fermî hin peyvan li me dîkte nekin, li qadên nefermî û neakademîk bikaranîna varyantan nabe problem.

Kitêb û edebiyat %100 erebî ne.  Li gorî ku tê gotin, pirtûk û wêje ji van peyvên erebî nêztîrî zimanê kurdî ne. Qenebe di nav malbata zimanê kurdî de ne.

Helbet divê meriv di van mijaran de ne hiş be, çimkî ziman dikarin peyvên zimanên din jî bikin malê xwe, heger pêdivî hebe edebiyat û kitêb ji dikarin bibin peyvên kurdî 🙂

Merheba 🙂

Mesele li vir ne hebûna dewletê yan na ye. Ji ber ko, di kurmancî, farisî, peştûyî, ûrdûyî, belûçî, tirkî de jî kitêb/kîtab tê gotin (li vê lînkê lîsteke mezin heye).

Û em hemû zanin ko dewletên ko zimanê resmî lê farisî, peştûyî, tirkî û ûrdûyî ye hene.

Gelek gelek xeberên di zimanê me de ji zimanê erebî hatine û bi xêra wilo zimanê me zengîntir dibê û ez hêja nabînim ko yek herê xeberên nû çêkê ji bonî van tiştan. Çawa em dibêjin "kursî", "qelem", "silav", "zirar", "dewam", "îhtîmal", "xelk", "erd", "tarîx", "wext", "hesab", "saet" xeberên kurmancî ne û ji erebî hatine, "kitêb" û "edebiyat" jî xeberên kurmancî ne ko ji erebî hatine.

Ferqeke mezin heye di neqeba "bi erebî" û "ji erebî". Kurmancên Behdînanê gelek xeberên bi erebî bi kar tênin, xeberên ko kurmancên ji heremên dî fêm nakin. Lê ev gotinên ko min rêz kirine, ji erebî ketine kurmancî û li hemû hereman têne fêmkirin.

Xebera "pirtûk" ji soranan hatiye çêkirin ("pertûk") dor salên 1930-1960 û tarîxa wê nîne. Xebera "wêje" jî soran ji xebereke tiştekî nepeywendar di kurdiya başûrî de birine.

Xelîl bertek da vê peyamê.
Xelîl

Rast dibêjî, divê em berfirehtir li ser van mijaran biaxivin. Miletên din di pêvajoyên çawa re derbas bûne, çawa zimanê xwe civandine, çawa kemilandine, ew dikarin ji bo kurdî jî bibin nimûne...

Ez dibêjim heta wê rojê, belkî meriv hişk nebe di bikaranina têgehan de belkî ev bibe sedem ku kurd li ser van mijaran biaxivin, hema ez qebûl im ku zimannasên me li ser yekê li hev bikin û pêşnîyaz an jî dîkte bikin.

Lê ez nabêjim em ji ber rik an jî hesabên erzan zimên xera bikin. Wê roje min bihîst akademîsyenekî zaza ji bo "têgehê" peyva "qewram"ê bikar anîye. 🤷‍♂️

Merḧeba, ti dikarê "çirke" bixê "saniye"? Min ti kurmanc ḧes nekiriye ko dibêjê "çirke"...

Merheba, di axaftinê de ez dibêjim saniye lê wextê tê ser nivîsê otomatîk dibe çirke 🙂 nizanim çima. Ez ê serast bikim.

Kesek bertek da vê peyamê.
Kesek