Home › Forums › ZIMAN › Ferhengnasî › Ferhenga Nevgurê – Nevgur – Ferheng › Re: Ferhenga Nevgurê – Nevgur – Ferheng
Merḧeba @xudreste mala te ava ji bonî lêzêdekirinên te yên ḧeta niha û ez hêvî dikim tê dewam kê 🙂
3 tişt hene ez dixwazim ji te re bêjim deqena heya te jê hebê.
- Li ferhengê, “şikil” ji bo varyantan tê bikaranîn. Yanî ji bo nimûne li ferhengê “hestû” heye lê hinek kes dibêjin “hestî”. Hingî “hestî” weke şiklekî “hestû” tê qeydkirin. Lê hevme’ne (synonym) ji şiklan biferq in. “Fîlolog” (min berê nebihîstiye) nabê şiklekî “zimannas”, ew dibê hevme’ne. Çawa hevme’ne têne çêkirin? Pêşî gotinê qeyd bike (yan jî here rûpela gotineke heyî) û pêl “hevme’ne çêke” bike û navê wê binivîsêne.
- Min dît ko ti ḧerfên ḧ, ẍ, ‘ bi kar nayênê (te heta-hetayî nivîsandibû lê divê ḧeta-ḧetayî bane, ‘erdnîgarî, ocaẍ (ev li gora devokê tê guhertin û heke di devoka te de bi “x” bê problem nîne)). Li Nevgurê alfaba ‘erebî jî heye (li ‘eyaran tê guhertin) ji ber ko kurmancên Başûr wê alfabê bi kar tênin. Di alfaba ‘erebî de jî ح–غ–ع hene û wextê ko ti di nav nivîsên xwe de ḧ, ẍ, ‘ bi kar newênê, teksta ‘erebî ẍelet derdikevê. Bi xêra xwe van bi kar bêne, 2 car h dibê ḧ, 2 car x dibê ẍ.
- Min dît te gotineke bi navê “zimannasiyî” qeyd kiriye. Di kurmancî de “iyî” nîne, çawa em nabêjin “wî fêkiyî bêne” yan “ez xwediyî 2 xaniyan im” lê em dibêjin “wî fêkî bêne” yan “ez xwedî 2 xaniyan im”. Li înternetê: https://zimannas.wordpress.com/2015/07/06/hiperkorekti-anku-zede-rasti/, qismê “Hîperkorektî di tewandina navdêran de”.
2 pirsên min ji te re hene, wextê go te li gotina “kutilk” şiklê Qoserê (devoka deştî) bê ʰ qeyd kiriye ji ber ko li wir nerm tê gotin? Heke wilo bê, mala te ava te rast kiriye. Ev tişt li gotina “kevjal”ê jî wilo ye. Heke te bi nêteke dî wilo kiribê bi xêra xwe ji min re bêje 🙂
Pirsa dî, vêce te çend rojan ferhengê bi kar aniye ez gelekî fikrên te meraq dikim, wê kêfa min ê heke ti karibê ji min re fikrên xwe (daxwazî, kêmasî, tiştên nû ko ez karim çêkim, …) ji min re bêjê!
Mala te ava!