Home › Forums › ZIMAN › Ferhengnasî › Ferhenga Nevgurê – Nevgur – Ferheng › Re: Ferhenga Nevgurê – Nevgur – Ferheng
ji ber xeletiyan xwe qet aciz nakim lê ev alfabeya firehkirî ji bo min tiştekî nû ye û di mijara fonetîkê de ne baş im, miheqeq dê xeletî çêbibin.
aniha min serê lîsteyê nivîsî, hazir ez li vir im ez li vir jî binivîsim, wekî pêşniyazekê.
1. Vebijêrkek hebe da ku bikarîner karibe vegere ser alfabeya Bedirxan (ji bo xwendinê).
Ji bo wan kesên ku tenê hatine li wateya peyvekê binêrin an jî tercimeke binêrin, gelo mimkin e ku vebijêrkek hebe, wextê vê vebijêrkê bixebitîne bila ew herfên alfabeya ferehkirî bên veşartin bi herfên alfabeya Bedirxan bên guhertin.
An jî standard, ji bo bikarîneran alfabeya Bedirxan otomatîk were lê wextê yek bixwaze bibe gotinçêker (gotinan çêke), bila alfabeya firehkirî çalak be.
tenê pêşniyazek ¯\_(ツ)_/¯