Aram Tîgran – Em Şoreşvan in

👁️ 4 Dîtin

Em şoreşvan in, welatparêz in
Em Gerîla ne, bi tîp û hêz in
Bin ala rengîn, bi xemil û xêz in
Ger şehîd bibin, em cî digûhêzin

Arê Zerdeşt in, em venamirin
Kurdistana xwe, em ê bigirin
Em bi xwîna xwe, welat dikirin
Em şehîd didin, lê şehîd namirin

Em gel û ol û hem namûs û war
Em diparêzin ji zora neyar
Wê bi xwîna me, şîn bibê bihar
Bawer ke şehîd namirin tu car

Em şoreşvan in, bi ceng û şer in
Li serxwebûna Kurdan digerin
Em Dilbirîn in, welatperwer in
Ji vê doza xwe em navegerin
Cîhan dibêje, şehîd namirin

Gotin: Dilbirîn
Muzîk: Aram Dîkran

0/5 (0 Deng)
Herî Jor