Aram Tîgran – Ev Welatê Me Kurdan

👁️ 4 Dîtin

Ev welatê me Kurdan
Bav û kalê me jê çûn
Hezar bi hezar salan
Li ser mezinî diçûn

Ev zulim û zora dijmin
Sedê salan e li ser me
Kurdên reben helandin
Ne wijdan e ne şerm e

Îro jî em nikarin
Koxek ji boy xwe çê kin
Heta ji ax û herî
Baxek ji boy xwe lê kin

Xelqê xerîb ne ji me
Li ser me tev bûn wezîr
Bûne paşa û hakim
Li ser me bûne emîr

0/5 (0 Deng)
Herî Jor