Aram Tîgran – Gelê Kurd

👁️ 4 Dîtin

Li cîhanê gel tev aza ne
Hêsîr û belengaz her mane
Axa bav û kalê me kane?
Em bêwar û bêcî mane

Gelê Kurd dest bidin destê hev
Qelpitiyê ji nav xwe rakin
Ji bin zulm û zoriya dijmin
Welatê me aza(d) kin

Bes e birano êdî bes e
Ev çend sal
Ji me re nebûn ders e
Êdî xwîn canê me de nema
Diherike wekî çema

Ev çi zeman û ev çi qurn e
Welatê me par par kirine
Ked xwîhdana me ji xwe re birine
Zulim û zorî ji me r(e) mirine

Gotin û Muzîk: Aram Dîkran

0/5 (0 Deng)
Herî Jor