Aram Tîgran – Gundê Me
👁️ 5 Dîtin
Li bestê ye gundê me
Aliyê rastê geliyê me
Binêr tevê kovik e
Jorê topê govik e
Şên û xweş e gundê me
Bax û rez e gundê me
Rê û dirb e gundê me
Xêrîbdost e gundê me
Xemlê te ne hemû tam
Kaw û kubar Şamêran
Cot kanî ne gundê me
Navê erz e li gundê me
Zeviya eynê pala te
Sere gole rewşa te
Hesenî ne( gundiyê te
Nav namûs in gundiyê te
Destbiemel in gundiyê te
Hurmet siyanet bona te
Navê şêrîn gundê me
Tek dêmiye warê me
Xêr û cinnet gundê me
Her tim li ser zarê me