Aram Tîgran – Gurên Devbixwîn

👁️ 4 Dîtin

Dîsa gurê devbixwîn
Ketiye nav pez û kerî
Dikujin dirêjin xwîn
Zulim û zor û barbarî
Ne insan e ne merî

Jin û zarê bêxwedî
Çawa didin ber gulan
Li ber çava ye we dît
Ne şerm e û ne fedî
Çi anîn sere Fila

Agir berdidin malan
Kon û çît û çadiran
Kuştin xortê cihalan
Mal û milk dikin talan
Dest avêt pîr û kalan

Çek û perê wan nebe
Ew bi kesî nikarin
Ew cehşên bin destê wan
Diçin tên bin emirê wan
Ji wan re alîkar(xizmetkar) in

Dikujin dirêjin xwîn
Zulim û zor û barbarî
Ne insan e ne merî

Gotin: Ebdulrehman Dure
Muzîk: Aram Dîkran

0/5 (0 Deng)
Herî Jor