Aram Tîgran – Hey lê

👁️ 4 Dîtin

Tu şêrîn î pir cihan î
Lêv jê sorê erxewan î
Kê bi wî rengî te li hev anî
Wer nav destê min de danî

(Koro)
Hey lê hey lê şev û roja ez dihelim

Xenekêşa xweş nivîsî
Hîv û rojê lê diîsî
Qelen pir e hezar kîsî
Kes nikare te ramîsî

Çavên belek çi mêrkuj in
Lêvên bisor çi xwînmij in
Bisk û kezî çi xwînrij in
Dêm û enî pir paqij in

Rabe ser xwe dilovanê
Em derkevin ji zindanê
Dest bidin dest te hozanê
De em herin Kurdistanê

0/5 (0 Deng)
Herî Jor