Aram Tîgran – Keko Were

👁️ 4 Dîtin

De wer were keko were
Li welatê xwe vegere
Xwişk û bira li hêviya te man
Dilê wan tim bikeser e

Dayik ji axîna te mir
Kulê te mane di dil de
Em jî wekî wê dinalin
Ma qey dengê me nayê te

Heta kengî tê bimînî
Li(ew) welatê bê xan û cî?
Keko ma qey tu nizanî
Carek tu li xwe qe napirsî?

Welat ew her hêlîna te ye
Ku tu nikarî jê bifirî
Ax û xwezî tim bi wê demê
Roja ku tu li me vegerî
Xwişk û bira li te bicivin
Kul û keder ji dil derên

Gotin:Gulistan Haco
Awaz: Aram Dîkran

0/5 (0 Deng)
Herî Jor