Aram Tîgran – Kurdistanê

👁️ 3 Dîtin

Dilê min î birîndar e
Kerba dike zarezar e
Kurdistanê mij dûman e
Ax kula min çi giran e

Ezê bimirim ji van kula
Bînin ji mi re baqê gula
Bêjin lawê Kurdistanê
Ji te re şandin gulê hanê

Kurdistan te ez bîr nakim
Nava dilê xwe cîwar kim
Heya sax im rûka dinê
Miletê Kurd ez ê şa kim

Kurdistan tu çi şêrîn î
Tim bi deşt û çiyayê hêşîn î
Bi gul û çîçek û beybûn î
Car carna kêfa me tînî

Gotin: Karlênê Çaçanî
Muzîk: Aram Dîkran

0/5 (0 Deng)
Herî Jor