Aram Tîgran – Tûzik

👁️ 5 Dîtin

Tûzik li ser ava ye
Av li binya mala ye
Pîr nexweş e bela ye
Tûzik dermanê dila ye

Baranê rêşerêşê
Pîr nexweş e zaif diêşê
Tûzik di dev de bigivêşe
Tûzik dermanê dilêş e

Rêya Tûzik ne dûr e
Gola wê jî ne kûr e
Tûzik Mendik, hê hûr e
Dermane bêqisûr e

Pîrê rabû ser piya
Gazî kire gundiya
Emaneta Tûzikê
Tûzik heyata hemiya

Keçik çûne Tûzikê
Xortan çûne Mendikê(Bendikê)
Dest avêtin Tûzikê
Avê avêt navikê

Gotin: Dîkran Melîkyan
Muzîk: Aram Dîkran

0/5 (0 Deng)
Herî Jor