Aram Tîgran – Zar Bûma
👁️ 4 Dîtin
Sibe zû hişyar bûma
Pêxas û bêşal bûma
Ling terikî, lêvê zuwa
Xwezil dîsa zar bûma
Çawa berx bê zar bûma
Bêmal û bêpar bûma
Rihê sade dilê can
Xwezil dîsa zar bûma
Li bin kon star bûma
Li çiya hejmekar bûma
Pot(hêçik) ritilî, kiras caw
Xwezil dîsa zar bûma
Hespê kumêt siyar bûma
Ji çiyê berwar bûma
Bimama bê deng û nav
Her tek tenê zar bûma
Gotin: Prof.Dr. Seîdê Îbo
Muzîk: Aram Dîkran