Awazên Çiya – Pepûle

👁️ 1 Dîtin

Pepûle can perperî
Roj hilat û hilperî
Li gel xunçên biharê
Çeng livî, dil raperî

Li golava Ormîyê
Firî gul bi gul firî

(Dîsgotin)

Pepûleya çîyayê xweş
Rûken û azad û geş
Sergovendiya coşan
Lal û nesrîn û binefş

Kela germa havînê
Li Mêrîwan bû bager

(Dîsgotin)

Xunava dêma Gulê
Rpndika rûkê şêrin
Bask û çengên şikestî
Jan û birîna kul e

Viyan bû tîra rojê
Çing firîsteya dil e

(Dîsgotin)

https://www.youtube.com/watch?v=pNex-5g0E1w
0/5 (0 Deng)
Here Herî Jor