Azad Bedran – Destana Hîlwanê

👁️ 1 Dîtin

Hawar e ey hawar
Binêrin wê dîrokê
Guhdar bin kurdino
Bêjime wê çîrokê
Ji rûpela dîwana
Ya seydayê Hîlwanê
Guhdar bin kurdino
Bixwînim wê çîroke

Hîlwan e ha Hîlwan e
Warê şêr, şepalan e
Keç û xort tev rabûne
Hember axa û began e
Nav dinîvsînin li dîrokê
Ji bîr nakin wê çîrokê
Daxwaza Xelîl Çawgûn
Nivîsandin li dîrokê
Şer dest pê kir li Hîlwanê
Axa hatine amanê
Binivsînin fermanê
Belav kin li Kurdistanê

Lawê Nîgarê Cemal
Ew mêrxas Salih Qandal
Cewher û Şûkrî bira
Şehîdên wek Emîn Dal
Ew halanê Hemê Reş
Di dest da rext û keleş
Cûma Taq li axşûnê
Seweregiya nabe qelleş
Wana ax bege qelleş
Eliyê Osmanê Elê
Ê din Cimoyê Zelê
Êvdirrehman û Sêdûn
Hember axa wek kelê

Mehmed û Ahmet Yetkîn
Agirê Mahmut Zengîn
Dolmişa yên senayê
Hilwan tev kiriye xemgîn
Li zindan û ser çiya
Hilwan mînaka giya
Siltan Yawûz li ser çiya
Şehidên me hemûya
Li zindana Diyarbekir
Çaran agir hembêz kir
Bi riya birçîbûnê
Emîn Yawûz jî bar kir

Hilwanê ew al rakir
Nav li cîhan belav kir
Ket karwanê şehîdan
Alî Çîçek jî bar kir
Fîdan û Xanim xuşka
Kefen bu xêlya bûka
Tu caran ji bîr nabin
Ew mêrxasê kumika
Seyda Hîlwanê dizane
Destpêka me Hîlwanê
Nav û dengê Hîlwanê
Belav bû li Kurdistanê

Gotin û Mûzîk: Seydayê Hilwanê

0/5 (0 Deng)
Herî Jor