Bajar – Tûrikê Derwêş

👁️ 1 Dîtin

emê şopa dîroka xwe têxin tûrik dev girêdin
hemû kelam û çîrokan bernedin ha dê birevin
ew kûpa zêrîn e bo me hezîna karûn li ber çi ye
li her alî biparêzîn alemê pê bihesînin
çavê dinyê keskesor e em jî jêne way e fêm kirin
yê nabînin wele korin kêfa xwe bi korebê tînin
guh nede “ser leqleqiyo” torbên wî boş û valan e
tu tûrikê xwe tijî ke bi rengê hemû der û doran
wek tûrikên derwêşan
dinya me li ser piştan
mala me li ser piştan

0/5 (0 Deng)
Here Herî Jor