Baran Kendeş – Heso

👁️ 1 Dîtin

Bîracik e bi rê ye
Hesen ji wê da têye
Heta Eyşoyî sax e
Yar li Heso yasax e

Taca serê min, Heso!
Roniya çavê min, Heso!
Mal û milkê min, Heso!
Roniya çavê min, Heso
Heso, Heso, Heso
Heso, Heso, Heso!

Elîşar e bi dar e
Daran girtî Henar e
Heso ji dûr da hatî
Yara Heso ne li mal e

Kobanî li ber xetê ye
Heso bi tirênê têye
Yara Heso li bendê ye
Eyşo qet rê nadêye

Ax delalo, delalo, delalo..
Heso..

0/5 (0 Deng)
Here Herî Jor