Bavê Saleh – Xemûşê
Xemûşê
Ey yaaaar
Yarî Xemê yarî Xemûşê
Li êteka çayê Kurmênc, li ber kaniyan li devê van newala
Erê, erê bi ser min de dibû şîngeşînga zext bi xilxala, navtengxezala, gerdenşemala û dêm bi xala
Ez nikarim herim pîşêêêê
Law pîşa vê bagir û serbaz û vê çawîşê, de yar yar
Erê, vê sibê weke marî û mêkewan dixwînê li sîng û berê pilindirî rîşê
Ne wek mêkew û mariyan, li Çayê Lêlûn, dixwînê li pilindirê rîşê
Ji
mi re nebûye, xezalek ji bûcaqê Çemê Efrînê derketiye, ez li Deşta
Cûmê, li şopê digerme, li nav hoşeb û qeram û lûlê û karûşê
Ey yaaaaar…
Erê..
vê sibê nebûye bêriyek ji bêriyên gundê Mabeta, gava keç û bûkên gundê
mehabata xwe didin ber xem û xêzê çekedûzanê, li bêriya danê sibê,
radikin helbek ji helbên kenêrî, hêdî hêdî xwe berdidin ber kaniya
Berbewîşê
Sîng û berê vê sipî ye, mîna berfa Çayê Feraşînê, Melezgirê, zozanên Serhed û Erdîşê
Te lêvşekirê ji şekirî qamîşê, gerden ji şûşê
Sala
çûnî vê çaxî tu di mala bavê xwe de qîz bû, bi sîng û berê xwe yê
tîştîrî, tu pedîperde bû, hey mala bavê te neketê, îsal li ber serê te
tê teqîn û reqîna darê dergûşê.
Yaaar
Deşîfrasyon: Mihemed Hemkoçer
Stranên Din
Vegere Rûpela HunermendStrana din a vî hunermendî tune.