Bawer Can – Wedat Aydin

👁️ 1 Dîtin

Ji Mêrdînê ji Batmanê
Ji Mûş û Sêrt û Wanê
Gel tev hatin Diyarbekirê
Ji bona serhildanê

Ey Wedat Wedat Birayê Wedat
Te pir xebat kir Ji bona felat
Şehîdbûna te ronî da welat

Ji Dêrsimê ji Bêdlîsê
Ji Meraşê ji Ruhayê
Gel tev hatin Diyarbekirê
Pê hisandin dinyayê

(Dîsgotin)

Ji Şirnaxê ji Bîngolê
Heyanî Metrepolê
Gel tev hatin Diyarbekirê
Hejandin sûra dorê

(Dîsgotin)

Ji Agirî yê ji Hekkarîyê
Ji Hêwlêrê û Efrînê
Gel tev hatin Diyarbekirê
Ji bo rakin serdestîyê

(Dîsgotin)

Gotin û Muzîk: Şeref Akgul
Aranje: Bawer Can

0/5 (0 Deng)
Here Herî Jor