Beytocan – Ji Te Dûr Im

👁️ 1 Dîtin

Ji te dûr im, te nabînim
Dil şikestî, bi axîn im
Rê pir dûr e, dilorînim
Kulîlka min, sorgula min, dayika min

Tu bi şev sar î, tu kawa yî
Tu hebûna me kurda yî
Li bin baskê şehîda yî
Kulîlka min, sorgula min, dayika min

Kurdistanam bi nav û deng
Delal û jîn, şemal û şeng
Ez ji bo te ketime ceng
Kulîlka min, sorgula min, dayika min

Tu qêrîna zaroka yî
Tu hêstirên dayika yî
Li ser pira serhadê yî
Kulîlka min, sorgula min, dayika min

0/5 (0 Deng)
Here Herî Jor