Bilind Îbrahîm – Rabe Sîpel

👁️ 1 Dîtin

Rabe Sîpel ne veşêre
Jîn û mirinê jêk vavêre
Jîn amanca evînê ye
Jîn bilind e roj û stêr e

Rabe Sîpel neçe mirinê
Neçe rêka çûn û birinê
Pişkurînê neke girî
Dest bavêje avakirinê

Rabe Sîpel bibe mêhvan
Bibe hedar ey dilovan
Nav giryê de ez xendiqîm
Kore neke herdû çavan

Rabe Sîpel ey Sîpel xan
Ka soza te kanî peyman
Tu min hîke dê te hîkem
Bo derdê min bibe derman

Rabe Sîpel ne veşêre
Jîn û mirinê jêk vavêre
Jîn amanca evînê ye
Jîn bilind e roj stêr e

https://www.youtube.com/watch?v=Z2PazKDCsIg
0/5 (0 Deng)
Here Herî Jor