Bilind Îbrahîm – Xeyal

👁️ 1 Dîtin

Demê zenga şevê lêda
Xistim xeyala yarê da
Me destê hevdû girt û çûnyin
Ketin derya evînê da

Bihar bû rengê dîdarê
Ku çav ketin çavên yarê
Her çende min dizanî xewn e
Beheşt bû ez ketim tê da

Spêdê diya seherê
Girtim xeyala koçerê
Li benda şevekê ku bêt
Jîn zîndan bît kevêm têda

Demê zenga şevê lêda
Xistim xeyala yarê da
Me destê hevdû girt û çûnyin
Ketin derya evînê da

0/5 (0 Deng)
Here Herî Jor