Brader – Umir 16 ye
👁️ 1 Dîtin
Umir şanzde bû li dibistan e
Yarek te hebû li Kurdistan e
Gulî direj in Dîcle û Ferat
Çavên reş û belek Cudî u Ararat
Sînga wê boz e çîyayê Sîpan e
Ezman çirandî li gola Wan e
Gelek delal û gelek şîrîne
Bi hilm û bihn e gula bihare.
Kulên wê pir in Dêrsim Agirî
Amed dinale Cudî digirî
Wa li Helebçe wa li Qaladiza
Can dişewite çav xwîn digirî.
Sînga wê deşt e wek mezrabotan
Çîyayên Mazî li ser bûne cota
Xwezî azad ba yar serfiraz ba
Li gel wê bûma min kilam bigota.
Ev dûr û dirêj sal derbaz bûne
Ji bo azad bin bûne qewmê çîyê
Serên zozanan pir şehid bûne
Mîna Barzanî li xerîbîyê
(Mîna Qasemlo li xerîbîye)
Tekst u muzik:Brader….8/1989.arnhem…..