Bro Omerî – Rewşa Welêt

👁️ 1 Dîtin

Di nava rûpê te dijîm
Hevala min, tu çawayî?
Kul û derdên xwe digirîm
Delala min, tu çawayî?
Hezar sal in li ser te ceng
Hatin kujtin mêrxas, leheng
Cejn û Newroz diçin bêdeng
Sersala min, tu çawayî?
Sersala min, tu çawayî?

Şar û gund gişt wêran kirin
Jiyan li me zindan kirin
Der û hundir talan kirin
Bermala min, tu çawayî?
Wezê bi rojan
Te bikim bûk
Hene bikim dest û neynûk
Bigerînim bi şar û sûk
Bêmala min, tu çawayî?
Bêmala min, tu çawayî?

0/5 (0 Deng)
Here Herî Jor