Cegerxwîn – Bilbil (Hate Ber Derî)

👁️ 1 Dîtin

hate ber derî min lê nanerî
le gava ew çû min dil daye dû
ka ew çaven reş, ka ew demên geş
ka ew bîhna xweş ka ew reng u rû

yar min bankir ey bilbilê dîn
li ser çi digrî qerîn û nalîn
yar’a te waye,li ber çavaye
ew deşt û çiya tew xweş kir bi bîhn

bilbil tu zanî gelo ez kî me
tu tim serbestî lê ez girtî me
bê lîs û hêlîn bê ol û bê din
ez im cigerxwin xortê kurdî me

Cegerxwîn (1903-1984)

0/5 (0 Deng)
Here Herî Jor