Ciwan Haco – Dîlbera Qeşeng

👁️ 1 Dîtin

Dîlbera qeşeng terhîn û ciwan
Li serî zerzeng di dest de piyan
Pêşkêşî min kir, mayî ji lêvan
Bi vexwarin da kirim netîwan

Pênûs kişabû birhên kevanî
Çavên şîn neqşîn rengê çîmanî
Lêvên roj û dirûv hiş û giyanî
Hilkir hilkişa ji laş deranî

Dîlbera nazdar tak ji rihana
Buharên rengîn mîhên gulana
Gîyanên kovî dan ser zîndana
Hilkir hilkişa xist nav însana
Gotin: Rojen Barnas
Musîk: Ciwan Haco

0/5 (0 Deng)
Here Herî Jor