Ciwan Haco – Xerîbî

👁️ 1 Dîtin

Birîndar kirim xerîbiyê
Ez ji xwe re kuştim xerîbiyê
Min bese ji vê eziyetiyê
Berêm kete vê beriyê

Dikim nakim ji bîram naçê
Rewşa welat û beracê
Çiya û newal û qelaçê
Ez ne melekim xwediyê tacê

Kuro lawo welat xweş e
Me jê barkir rojê res e
Dijmin sote wek serxwes e
Ji zilm û zorê me dames e

Vê buharê gul pişkivîn
Li çol û çiya û dilê birîn
Dil û nave min dikewgirîn
Kanî welat û ala rengîn

Derdê welat pir girana
Jêre divê jîr û zana
Mêjî û ziman ew dermana
Wê xilaskin hemû cana

Gotin: Feyruşe HACO

https://www.youtube.com/watch?v=n2Tx6ep0C8w
0/5 (0 Deng)
Here Herî Jor