Çiya Medenî – Çek Hellgirî Xakêkim

👁️ 1 Dîtin

Çek hellgirî xakêkim
Dujmin leserî zall e
Min bûmete bêgane û
Bêganeş xawen mall e

Ger ’umir bida mawe
Rêbazî xebat egrim
Şêrane be şerr dêm û
Serberz ebê bimrim

Ey dujminî mallwêran
Zor wexte ke emkujî
Wun nabî leber çawim
Narroyt û be cêm bêllî

Ger bimdene ber gule
Em rêgeye rêgame
Labirdinî dagîrker
Tenya hîwa û birwame

Em rêge ke girtûme
Diwarojî le lam rûn e
Ya serkewtinî kurd e
Ya merg ya têdaçûn e

0/5 (0 Deng)
Herî Jor