De Rabe

👁️ 1 Dîtin

De rabe rabe rabe
Xortê kurdan de rabe
Îro roja cengê ye
Şoreş bê te çênabe
De rabe de rabe

Evîna me welat e
Bikin kar û xebat e
Gelê kurda deng didin
Amed, Botan, Serhed e

Gelê me bi çekdarî
Bûne xwediyê vî warî
Şoreşa me geş dibe
Tu her bijî rêber î, rêber î, rêber î

De rabe rabe rabe
Keça kurdan de rabe
Îro roja cengê ye
Şoreş bê te çênabe

Herêm: Hewlêr
Berhevkar: Çiya Şenses

0/5 (0 Deng)
Here Herî Jor