Dibistana Şehîd Sefkan – Dengê Zerdeşt

👁️ 5 Dîtin

Dengê Zerdeşt

Tu bûyî dengê Zerdeşt
Kawayê Medyayê
Tu bûyî resmê Manî
Baxçê ronahiyê
Tu bûyî dengê Îsa
Çarmixa romayê
Dengê Hesen û Hisên
Di nav Kerbelayê
Tu bûyî deng û rengê
Jiyan û azadiyê
Gel orkestra te bû
Serhildan awaz e
Dîlan rengê te bû
Bihar û Newroz e
Mazlûm dengê te bû
Egîd rist û saz e
Zîlan çelengtir bû
Ji sed Monalîza
Tu bûyî deng û rengê
Jiyan û azadiyê

Gotin û Muzîk: Ehmed Ekaş

0/5 (0 Deng)

Strana din a vî hunermendî tune.

Herî Jor