Dîyar – Şirîn Şirîn

👁️ 2 Dîtin

Şirîn şirîn şirînî tu mîna şekirî
Şekir şekir şerbetî tu yara kê yî?

Gava te dibînim keçê destim dilerizin
Çavên teyî reş û belek bi min dileyzin
Ketime taye te rindê tu car ranazim
Tu bê were wele bîle ez ê bibezim

Şirîn şirîn şirînî tu mîna şekirî
Şekir şekir şerbetî tu yara kê yî?

Delal tu pir nazikî rindika gundî
Lê zalimî xapînokî bi hend û findî
Poz bilindî li ber çavê xwe tu min nabînî
Ez ê bi mirim bi vî halî wele bi vî derdî

Şirîn şirîn şirînî tu mîna şekirî
Şekir şekir şerbetî tu yara kê yî?

0/5 (0 Deng)
Herî Jor