Dîyar – Yar Meleke

👁️ 2 Dîtin

Yara min a bedew e
Çavreşa gula gund e
Yar Meleke

Bejna yarê sorgulî
Deşt û zozan xemilî
Agirê dilê min vemirî
De tu were ba min

Yara min a bilind e
Kulîlka nava gund e
Yar Meleke

Bejna yarê sorgulî
Deşt û zozan xemilî
Agirê dilê min vemirî
De tu were ba min

Keçik çima ditirsî
Ne ez xort im tu qîz î
Yar Meleke

Memkê yarê wisa ne
Mîna sêv û hurmiyan e
Agirê dilê’m wesîle
De tu were ba min

0/5 (0 Deng)
Herî Jor