Ednan Kerîm – Dilî Min

👁️ 3 Dîtin

Lew rojewe toy dîwe, perêşan e dilî min
Sewda û zede û bê ser û saman e dilî min
Sergeşte esûrrêtewe bê lane dilî min
Her satê be derdêkewe nallane dilî min

Herçende be dûya egerêm şar û wilatan
Deşt û kej û sehra û çiya û çol û biyaban
Şêtane ebê rûy le çi la kirdibê yaran
Wek bulbulekey wêllî gulistan e beharan
Axo le çi gulzarê xezel xwane dilî min
Ya derbederî kuçey şarane dilî min

Sed xozge bê bew roje ke nembîstibû nawit
Nemçêştibû tamî mey meyxaney çawit
Neydîbû dest û pêy dilekem helqey dawit
Azad bû le pêç û xemî egrîcey xawit
Wa êsta le taw agirî hîcranî be tawit
Firmêskî ellêy terze û baran e dilî min

https://www.youtube.com/watch?v=3iuL8s_oK3c
0/5 (0 Deng)
Herî Jor