Hanî – Gulbarîn
👁️ 1 Dîtin
Herdem û gavan
Lîzera çavan
Te xistim davan
Bûye xewna min
Mêvanê xeyala min
Kengî dêhêy mala min
Bînî bejn û balamin … min
Ez Gulbarînate
Nêrgiz û narînate
Nazdar û şîrînate… te
Vîn û welatî
Bo min xelatî
Rojê helatî
Li daykbûna min
Lêv agirin û sûrin û hel
Sîng û mercan û gul
Bo tene hey can û dil .. dil
Kanî me kaniyateme .. me
Bu Heşt û Dinyate me
Taca Evînate me .. me
Loy Loy Lo Loy LoLoy
Gotin: Edîb Çelkî
Muzîk: Hanî