Harûn Ataman – Asiyên Tebaxê

👁️ 1 Dîtin

Cehenema havînê tîrêja mejiyê wan heland
û bûn mircekî pîlayê şahê hesinan
Ew tunebûnên sazûmanek qelew bûn
Xwediyê xwe û çar hevokên derdor vala bûn
Ew betona stûr li ser sîngê wan bû
Hestiyên xwe avdan û ji agir peyda bûn

Berf heliya, beton riziya, agir hejiya
Gav bi gav,roj bi roj
Esman çiriya, çirok qediya
Û hatin hatin hatin hatin

Asiyên tebaxê swarên liser bayê brûsk
Asiyên tebaxê swarên li ser bayê brûsk

Gotin û Muzîk: Harûn Ataman

0/5 (0 Deng)
Here Herî Jor