Hozan Aydin – Pê Nikarim

👁️ 1 Dîtin

Dil e del û dîn e, qe xema wê nîn e
Halê min nabîne, wele pê nikarim

Weke gula teze, li min dike naz e
Pir ji min digaze, wele pê nikarim

Bûye teyrê baz e, şevê qe ranaze
Niza’m çi dixaze, wele pê nikarim

Bû lehiya hest e, diherike naweste
Nizane raweste, wele pê nikarim

Weke gula teze, li min dike naz e
Pir ji min digaze, wele pê nikarim

Bûye teyrê baz e, şevê qe ranaze
Niza’m çi dixaze, wele pê nikarim

Xeman dûr dixîne, li pey xwe digerîne
Min ji min direvîne, wele pê nikarim

Weke gula teze, li min dike naz e
Pir ji min digaze, wele pê nikarim.

Bûye teyrê baz e, şevê qe ranaze
Niza’m çi dixaze, wele pê nikarim.

0/5 (0 Deng)
Here Herî Jor